Dibistana gundê Sîpanê kirine ser navê Fêrîkê Ûsiv
Têmûrê Xelîl
Van rojan behseke xêrê ji Ermenîstanê hat: dibistana gundê kurdan – Sîpanê (berê navê gund ”Pampa Kurdan” bû) bi fermî kirine ser navê helbestvanê kurd yê navdar Fêrîkê Ûsiv. Dibistan ya dehsale ye û piştî temamkirina dibistanê şagirt dikarin di ûnîvêrsîtê û înstîtûtên xwendina bilind da bêne qebûlkirin.
Fêrîkê Ûsiv (1934-1997) him li vî gundî ji diya xwe bûye, him jî li vî gundî salên dirêj mamostatîya ziman û edebîyeta kurdî û ermenî kirîye û piranîya emirê xwe li wir derbaz kirîye û helbestên xwe yên welatparêzîyê û evînîyê li wir – li berpala çiyayê Dibûrî, ser ”Kanîya Beko”, li hewşa mala xwe ya bi destê xwe çêkirî, ber dengê kalîna pêz û bilûra şivanan, di nav zevî, çol û bestên buhuştî da nivîsîye.
Tradîsyonên vê dibistanê yên gelekî baş hene. Salên dirêj maqûlekî mêran Cewoyê Memo, ku mamostayê komarê yê emekdar bû, serokatî li vê dibistanê kirîye. Paşê Têmûrê Mîro bû serwêr. Di vê dibistanê da keda gelek mamostayên kurd heye, wek Ezîzê Cewo, Bekirê Rostem û xanima wî – Roza Eslan, Aftandîlê Fetî û xanima wî – Hêrîknaza Kamil, herwiha keda Fêrîkê Ûsiv jî. Bextê min lê xist, ez jî sê salan (1974-1977) li vî gundî bûme mamostayê matêmatîkayê û li rex van camêr û canikan xebitîm.
Gava bavê min serokê radyoya kurdî bû li Yêrêvanê, Fêrîk li wira serwêrê para lîtêratûrayê bû. Di nava salan da dereca edebîyatê di radyoyê da pir bilind bû. Ew bû bingeh, ku ji nav kurdan helbestvanên baş derên. Fêrîk herwaha di pîyêsên (şano) radyoyê da jî wek artîst dileyîst, pîyêseke baş jî nivîsî — «Bê qelen». Mala wî wan deman li Yêrêvanê bû. Bermalîya wî — Firîde, keça Hacîyê Cindî, mamosta ya komarê ya emekdar û navdar bû. Lê usa qewimî, ku Yêrêvan ji Fêrîk ra teng hat. Ew tîn û agirê dilê wî yê helbestvanîyê di nav wî da dikelîya, difûrîya, lê ne dida der. Lema jî çû gundê xwe û salên dirêj li wir ma. Wira bîna wî fire bû, ew xwe wek di perçekî Kurdistanê da didît. Gundê kurdan, erf-edetê kurdî, deb, kolorît û timtêla milet, def-dewat, şîn-şayî, çiyayên bilind, gotinên kal-bavan yên bi sal-dewranan… Erdek danê, bi destê xwe xanî çê kir, dorê sûr kir, çend kar û berx kirîn, xwedî kirin, xwe nêzîkî jîyana kurdîtîyê kir. Gelek helbestên xwe cara pêşin ji min ra dixwend, heta helbestên wisa jî, ku zanibû wê neyêne çapkirinê, ji ber ku ser sîyaseta Sovyet ya neyartîyê di hindava kurdan û Kurdistanê, ser hovîtîya dijmin, xêrnexwezîya cînaran, dubendî-dutîretîya di nav partî û rêxistinên kurdan da, bêbextî û xayîntîya çend kesên, ku her tenê bi nav kurd bûn.
Ji ber ku em Fêrîkê bira wek helbestvan nas dikin û jê hiz dikin, lema jî em li jêr çend helbestên wî raberî we dikin:
Hûn şaş nemînin…
Çendik û çend sal,
Mame kerr û lal,
Çawa ku komira bê ziman û zar,
Li bin erdê sar.
Lê îro eger gurmîn ji min bê
Li ser vê dikê,
Ji agirê hundur bişxulim gurr-gurr –
Hûn şaş nemînin, hûn şaş nemînin…
Çendik û çend sal, çend bihar payîz
Qaz-qulinga ra ne qûryame zîz,
Baskhem ne kirîye min Cûd û Erbîl
Û Sîs û Sîpan, Serhed û Sibîl
Û eger îro qîrîn kim qazkî,
Perr bigrim yekser, bifirim firqaskî –
Hûn şaş nemînin, hûn şaş nemînin…
Ev destêd han merd,
Destên şiêrnivîs,
Vê dewra nemerd
Ne bûne kergîtê porê qismî qîz,
Îro ku hev xim wek kevir-hesta,
Agir bipekin ji ber van desta –
Hûn şaş nemînin, hûn şaş nemînin…
Ev çevên hewce,
Wekî ne dîne ew bax û baxçe,
Ew çiya, ew banî,
Ji çiya jî kubartir bejina Barzanî…
Eger nişkêva Dicle û Ferat bilqîn kin,
Bikişin ji herdu çeva,
Hûn şaş nemînin, hûn şaş nemînin…
Lê eger, feqet,
Li rêkêd emir teng û firêqet,
Milê min da tûr,
Dînc û dinêdûr,
Wek parsekçîkî li guhê gunda
Herim xalifî, belengaz, unda –
Hûn şaş bimînin, hûn şaş bimînin…
Kurdistan
Agir û antexî tu,
Hew maye — min vêxî tu,
Ji hal û îlik bêxî tu,
Hey zor û zordesta min.
Le çi agir, nûrî tu,
Hevdu nafûr-fûrî tu,
Ji hev bela, dûrî tu,
Hey tu rast û qesta min.
Min ra hergedayî tu,
Dya min dûr-derayî tu,
Ne li van erdayî tu,
Hey tu erd û besta min.
Ez bilbil im-qal û dax,
Tu sorgul î, dinya-bax,
Li min ra venabî, ax,
Hey merem û qesta min.
Qurn û dewir û sal-zeman
Heyrî bengzê te ez mam,
Kurd im, ku yî Kurdistan,
Wey dîl û bindesta min.
Ji serokê milet ra
Me mal-miletî nekir şîn-girî,
Şîna şehîdîya te Merdemêrî.
Me li roja ava nihêrî,
Wekî ku emir dide rojek din,
Me li toximê şova nihêrî,
Wekî ku zevîya dide gîhandin.
Me li serê wan lawa nihêrî,
Ji kîjana ra dibên Barzanî
Û me bi sebirê girî guherî,
Me bi hêsira nekir arzanî…
Bira ew milet hêsiran birêje,
Yê ku nikare birêje xûnê,
Yê ku çewdera rizî davêje,
Dixweze gênim hilîne şûnê…
Lê me aqa xûn meydanan da rêt,
Wekî em pê da bûne Cegerxûn,
Em bûne Hejar, Şivan, Celadêt,
Xoşnav, Xêrûlle, Leylê û Mehmûd.
Em bûne lawê wan dayîkên tên,
Ku tûrr vedide herke bîst berî,
Û miletê me nav sur û şextê
Ragihîşte çil mîlîyon neferî…
…Bele li serê me ket, lê em nagirîn,
Şîna te nakin, bavê cimetê,
Emê mînanî kurikê dêmbirîn
Bigrîn, bikenin ber hemêza dê:
Dayka Kurdistan… kengê xwe ragirt,
Kengê merema te hate sêrî,
Hingê wê nava şaya meye gurr
Bihele şîna te merdemêrî.