„Если мы хотим остаться езидами (последователями езидской религии), то, в первую очередь, нам надо строго следовать традициям, обрядам и обычаев езидской религии, строго придерживаться к предписаниям и заветам езидской религии, которые по сравнению с другими мировыми религиями отличаются простотой своих ритуалов, и, что самое главное, надо знать родной курдский язык, на котором произносятся все молитвы езидской религии“.

Караме Анкоси

«БЕЗ ЕЗИДСКОЙ ВЕРЫ НЕТ ЕЗИДОВ» - Нуре Сардарян.

КОНФЕРЕНЦИЯ КУРДСКИХ ВРАЧЕЙ ГЕРМАНИИ. KONFÊRANSA BİJÎŞKÊN KURD Lİ ALMANİYAYÊ.

9 апреля 2011 года в Германии, в городе Ганновере, состоялась 31 конференция курдских врачей Германии. Для участия в работе конференции с разных районов Германии приехали многие врачи курдской национальности. На конференции также присутствовали многочисленные гости из разных государств Европы, Южного (Иракского) Курдистана, Турецкого Курдистана, представители курдской интеллигенции и молодежи.

Перед  участниками конференции выступила председатель городского муниципалитета Ганновера госпожа Ингрид  Ланге.

Конференцию открыл председатель ассоциации курдских врачей Германии док. Р. Факи. К участникам конференции приветственным словом обратился док. проф. Х. Бекташ.

На конференции было оглашено заявление док. Сайд о том, что 28-29.10. 2011 в городе Дохуке (Региональный Курдистан) будут проведены Дни защиты здоровохранения.

На конференции были заслушаны доклады ученых медиков. На конференции было предложено создать единую организацию для курдских врачей Европы — Союз курдских врачей Европы, которая призвана объединить всех медиков курдов, работающих во всех государствах Европы. Основная цель новой организации – служение народу и Родине.

 

В конце, конференция выбрала новый руководящий Комитет Ассоциации курдских врачей Германии.

В связи с этим, хочется пожелать,  чтобы и медики курдской национальности из постсоветских государств  тоже наладили отношения с Ассоциацией курдских врачей Германии, что дало бы им реальную возможность консолидироваться и заняться обменом опыта. Пожелаем им успеха.

КАРАМЕ АНКОСИ

 

Dibistana gundê Sîpanê kirine ser navê Fêrîkê Ûsiv.

Dibistana gundê Sîpanê kirine ser navê Fêrîkê Ûsiv

 

Têmûrê Xelîl

 

Van rojan behseke xêrê ji Ermenîstanê hat: dibistana gundê kurdan – Sîpanê (berê navê gund ”Pampa Kurdan” bû) bi fermî kirine ser navê helbestvanê kurd yê navdar Fêrîkê Ûsiv. Dibistan ya dehsale ye û piştî temamkirina dibistanê şagirt dikarin di ûnîvêrsîtê û înstîtûtên xwendina bilind da bêne qebûlkirin.

Fêrîkê Ûsiv (1934-1997) him li vî gundî ji diya xwe bûye, him jî li vî gundî salên dirêj mamostatîya ziman û edebîyeta kurdî û ermenî kirîye û piranîya emirê xwe li wir derbaz kirîye û helbestên xwe yên welatparêzîyê û evînîyê li wir – li berpala çiyayê Dibûrî, ser ”Kanîya Beko”, li hewşa mala xwe ya bi destê xwe çêkirî, ber dengê kalîna pêz û bilûra şivanan, di nav zevî, çol û bestên buhuştî da nivîsîye.

Tradîsyonên vê dibistanê yên gelekî baş hene. Salên dirêj maqûlekî mêran Cewoyê Memo, ku mamostayê komarê yê emekdar bû, serokatî li vê dibistanê kirîye. Paşê Têmûrê Mîro bû serwêr. Di vê dibistanê da keda gelek mamostayên kurd heye, wek Ezîzê Cewo, Bekirê Rostem û xanima wî – Roza Eslan, Aftandîlê Fetî û xanima wî – Hêrîknaza Kamil, herwiha keda Fêrîkê Ûsiv jî. Bextê min lê xist, ez jî sê salan (1974-1977) li vî gundî bûme mamostayê matêmatîkayê û li rex van camêr û canikan xebitîm.

Gava bavê min serokê radyoya kurdî bû li Yêrêvanê, Fêrîk li wira serwêrê para lîtêratûrayê bû. Di nava salan da dereca edebîyatê di radyoyê da pir bilind bû. Ew bû bingeh, ku ji nav kurdan helbestvanên baş derên. Fêrîk herwaha di pîyêsên (şano) radyoyê da jî wek artîst dileyîst, pîyêseke baş jî nivîsî — «Bê qelen». Mala wî wan deman li Yêrêvanê bû. Bermalîya wî — Firîde, keça Hacîyê Cindî, mamosta ya komarê ya emekdar û navdar bû. Lê usa qewimî, ku Yêrêvan ji Fêrîk ra teng hat. Ew tîn û agirê dilê wî yê helbestvanîyê di nav wî da dikelîya, difûrîya, lê ne dida der. Lema jî çû gundê xwe û salên dirêj li wir ma. Wira bîna wî fire bû, ew xwe wek di perçekî Kurdistanê da didît. Gundê kurdan, erf-edetê kurdî, deb, kolorît û timtêla milet, def-dewat, şîn-şayî, çiyayên bilind, gotinên kal-bavan yên bi sal-dewranan… Erdek danê, bi destê xwe xanî çê kir, dorê sûr kir, çend kar û berx kirîn, xwedî kirin, xwe nêzîkî jîyana kurdîtîyê kir. Gelek helbestên xwe cara pêşin ji min ra dixwend, heta helbestên wisa jî, ku zanibû wê neyêne çapkirinê, ji ber ku ser sîyaseta Sovyet ya neyartîyê di hindava kurdan û Kurdistanê, ser hovîtîya dijmin, xêrnexwezîya cînaran, dubendî-dutîretîya di nav partî û rêxistinên kurdan da, bêbextî û xayîntîya çend kesên, ku her tenê bi nav kurd bûn.

Ji ber ku em Fêrîkê bira wek helbestvan nas dikin û jê hiz dikin, lema jî em li jêr çend helbestên wî raberî we dikin:

 

 

Hûn şaş nemînin…

 

Çendik û çend sal,

Mame kerr û lal,

Çawa ku komira bê ziman û zar,

Li bin erdê sar.

Lê îro eger gurmîn ji min bê

Li ser vê dikê,

Ji agirê hundur bişxulim gurr-gurr –

Hûn şaş nemînin, hûn şaş nemînin…

 

Çendik û çend sal, çend bihar payîz

Qaz-qulinga ra ne qûryame zîz,

Baskhem ne kirîye min Cûd û Erbîl

Û Sîs û Sîpan, Serhed û Sibîl

Û eger îro qîrîn kim qazkî,

Perr bigrim yekser, bifirim firqaskî –

Hûn şaş nemînin, hûn şaş nemînin…

 

Ev destêd han merd,

Destên şiêrnivîs,

Vê dewra nemerd

Ne bûne kergîtê porê qismî qîz,

Îro ku hev xim wek kevir-hesta,

Agir bipekin ji ber van desta –

Hûn şaş nemînin, hûn şaş nemînin…

 

Ev çevên hewce,

Wekî ne dîne ew bax û baxçe,

Ew çiya, ew banî,

Ji çiya jî kubartir bejina Barzanî…

Eger nişkêva Dicle û Ferat bilqîn kin,

Bikişin ji herdu çeva,

Hûn şaş nemînin, hûn şaş nemînin…

 

Lê eger, feqet,

Li rêkêd emir teng û firêqet,

Milê min da tûr,

Dînc û dinêdûr,

Wek parsekçîkî li guhê gunda

Herim xalifî, belengaz, unda –

Hûn şaş bimînin, hûn şaş bimînin…

 

Kurdistan

Agir û antexî tu,
Hew maye — min vêxî tu,
Ji hal û îlik bêxî tu,
Hey zor û zordesta min.
Le çi agir, nûrî tu,
Hevdu nafûr-fûrî tu,
Ji hev bela, dûrî tu,
Hey tu rast û qesta min.
Min ra hergedayî tu,
Dya min dûr-derayî tu,
Ne li van erdayî tu,
Hey tu erd û besta min.
Ez bilbil im-qal û dax,
Tu sorgul î, dinya-bax,
Li min ra venabî, ax,
Hey merem û qesta min.
Qurn û dewir û sal-zeman
Heyrî bengzê te ez mam,

Kurd im, ku yî Kurdistan,

Wey dîl û bindesta min.

 

Ji serokê milet ra

 

Me mal-miletî nekir şîn-girî,

Şîna şehîdîya te Merdemêrî.

Me li roja ava nihêrî,

Wekî ku emir dide rojek din,

Me li toximê şova nihêrî,

Wekî ku zevîya dide gîhandin.

Me li serê wan lawa nihêrî,

Ji kîjana ra dibên Barzanî

Û me bi sebirê girî guherî,

Me bi hêsira nekir arzanî…

 

Bira ew milet hêsiran birêje,

Yê ku nikare birêje xûnê,

Yê ku çewdera rizî davêje,

Dixweze gênim hilîne şûnê…

 

Lê me aqa xûn meydanan da rêt,

Wekî em pê da bûne Cegerxûn,

Em bûne Hejar, Şivan, Celadêt,

Xoşnav, Xêrûlle, Leylê û Mehmûd.

Em bûne lawê wan dayîkên tên,

Ku tûrr vedide herke bîst berî,

Û miletê me nav sur û şextê

Ragihîşte çil mîlîyon neferî…

 

…Bele li serê me ket, lê em nagirîn,

Şîna te nakin, bavê cimetê,

Emê mînanî kurikê dêmbirîn

Bigrîn, bikenin ber hemêza dê:

 

Dayka Kurdistan… kengê xwe ragirt,

Kengê merema te hate sêrî,

Hingê wê nava şaya meye gurr

Bihele şîna te merdemêrî.

 

В СТОЛИЦЕ КУРДИСТАНА ЭРБИЛЕ ПРОШЛИ ПЕРЕГОВОРЫ МЕЖДУ ПОСЛОМ ГРУЗИИ В ИРАКЕ ЗУРАБОМ ЭРИСТАВИ И ПРЕДСЕДАТЕЛЕМ ДЕПАРТАМЕНТА ВНЕШНЫХ СВЯЗЕЙ ПРАВИТЕЛЬСТВА КУРДИСТАНА ФАЛАХОМ МУСТАФОЙ. БЫЛИ ОБСУЖДЕНЫ ВОПРОСЫ УСТАНОВЛЕНИЯ ДВУХСТОРОННЫХ ЭКОНОМИЧЕСКИХ ОТНОШЕНИИ.

2011-05-18

باڵیۆزى جۆرجیا له‌ ئیراق سه‌ردانى فه‌رمانگه‌ى په‌یوه‌ندیه‌كانى ده‌ره‌وه‌ى حكومه‌ت ده‌كات

له‌ میانه‌ى دیدارێكى نێوان فه‌لاح مسته‌فا له‌گه‌ڵ باڵیۆز زۆراب ئیریستاڤى باڵیۆزى جۆرجیا له‌ ئیراق باس له‌ پته‌وكردنى په‌یوه‌ندیه‌كانى نێوان هه‌ردوولا و ئه‌و بوارانه‌ كرا كه‌ ولاَتى جۆرجیا ده‌توانىَ له‌ هه‌رێمى كوردستان كارى له‌سه‌ر بكات و په‌ره‌یان پێبدات.
باڵیۆزى جۆرجیا له‌ عیراق خۆشحاڵى خۆى بۆ ئه‌و سه‌ردانه‌ نیشاندا و ویستى ولاَته‌كه‌ى خسته‌رِوو بۆ ده‌سپێكى په‌یوه‌ندیه‌كى پته‌و له‌ نێوان هه‌ردوولا، به‌رِێزیان گووتى ولاَتى جۆرجیا له‌ بواره‌كانى كشتوكاڵ و وزه‌و گواستنه‌وه‌و ئاوه‌دانكردنه‌وه‌ ئه‌زموونى زۆره‌ و ده‌خوازین به‌ قورساییه‌كى زۆره‌وه‌ پشكدارى بكه‌ین، بۆ ئه‌م مه‌به‌سته‌ ئه‌مرِۆ وه‌زیرى كشتوكاڵى جۆرجیا سه‌ردانى هه‌رێم ده‌كات و برِیار وایه‌ له‌ داهاتوویه‌كى نزیكدا هه‌ریه‌ك له‌ وه‌زیرى وزه‌ى جۆرجیا و جێگرى وه‌زیرى گواستنه‌وه‌و ئاوه‌دانكردنه‌وه‌ى جۆرجیا سه‌ردانى هه‌رێمى كوردستان بكه‌ن.
باڵیۆز زۆراب ئیریستاڤى رایگه‌یاند حكومه‌تى جۆرجیا ده‌یه‌وىَ ئاستى په‌یوه‌ندیه‌كانى له‌گه‌ڵ هه‌رێمى كوردستان فراوان بكات، بۆ ئه‌م مه‌به‌سته‌ش به‌ نیازه‌ نوێنه‌رایه‌تى جۆرجیا له‌هه‌رێم بكه‌ینه‌وه‌.
له‌ به‌رامبه‌ردا به‌رپرسى په‌یوه‌ندیه‌كانى ده‌ره‌وه‌ى حكومه‌ت ده‌ستخۆشى ئه‌م هه‌نگاوه‌ى له‌ گه‌ل و حكومه‌تى جۆرجیا كرد و هیواى خواست بتوانن سوود له‌و ده‌رفه‌تانه‌ وه‌رگرن كه‌ له‌ هه‌رێمى كوردستان له‌ ئارادایه‌ وه‌ك هه‌نگاوێكى به‌رایى بۆ دامه‌زراندنى بناغه‌ى په‌یوه‌ندیه‌كى پته‌وو درێژخایه‌ن له‌سه‌ر بنه‌ماى به‌رژه‌وه‌ندى هاوبه‌ش و سوودى دوولایه‌نه‌و بوونى نوێنه‌رایه‌تى جۆرجیاى له‌ هه‌رێم به‌ هاوكار و یاریده‌ده‌ر وه‌سف كرد بۆ زیاتر به‌ره‌و پێش بردنى په‌یوه‌ندیه‌كان.
هه‌ر له‌ میانه‌ى دیداره‌كه‌دا فه‌لاح مسته‌فا ئاماده‌یى ته‌واوى فه‌رمانگه‌ى په‌یوه‌ندیه‌كانى ده‌ره‌وه‌ى نیشاندا بۆ هاوكارى و هه‌ماهه‌نگى به‌رده‌وام و پێشكه‌شكردنى كارئاسانى بۆ ئه‌و شاندانه‌ى سه‌ردانى هه‌رێم ده‌كه‌ن. هه‌روا گووتى له‌ هه‌رێمى كوردستان ده‌رفه‌تى كارو وه‌به‌رهێنان زۆره‌و حكومه‌تى هه‌رێمیش له‌ رێگه‌ى یاساى وه‌به‌رهێنان و ده‌سته‌به‌ركردنى ئاسایش و سه‌قامگیرى زه‌مینه‌ى له‌بارى بۆ كۆمپانیاو وه‌به‌رهێنه‌ران ره‌خساندووه‌. هیوادارین زانكۆ و ژووره‌ بازرگانیه‌كانى نێوان هه‌ردوولا له‌رِووى په‌یوه‌ندیه‌كان و ئاڵوگۆرِى بازرگانى په‌ره‌ به‌ په‌یوه‌ندیه‌كانى نیوانیان بده‌ن.

Berhem Salih pêşwazî li wezîrê çandinê ya Gurgia`yê kir

PUKmedia/2011-05-18/20:58:36

Îro li bajarê Hewlêrê, serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Berhem Salih, pêwazî li wezîrê çandinê ya welatê Gurgia`yê ` Bacoor Cafy Zairly` û balyozê wî welatî ya li Urdinê kir.

Di wê dîdarê de, hate zanîn ku rewşa peywendiyên her du aliyan, di derfetên çandin û semanên dewar û ajaliyê de, hatiye gotûbêjkirin.

Di aliyekî din yê wê dîdarê, serokê hikûmetê tekez li ser vekirina balyozê li Êraqê û konsulxaneyê jî li Hewlêrê kir.

Di dawiyê de, nerîna her du aliyan ji bo vekirina kanalên dîplomasiyê lihevhatin da ku peywendiyên Herêma Kurdistanê û welatê Gurgia`yê bihêztir bibe.

 

http://pukmedia.com/kurdi/index.php?option=com_content&view=article&id=6452:berhem-salih-pewazi-li-wezire-candine-ya-gurgiaye-kir&catid=29:heremakurdistane&Itemid=390

 

Грузия укрепляет связи с Курдистаном.

Сегодня премьер-министр Курдистана Бархам Салех принял грузинскую делегацию во главе с министром сельского хозяйства Грузии Бакуром Квезерели. Стороны обсудили перспективы сотрудничества в области сельского хозяйства на основе широкого грузинского опыта. Во время беседы также обсуждались вопросы открытия грузинского консульства в Эрбиле.
В этот же день глава департамента внешних связей КРГ Фалах Мустафа принял посла Грузии в Ираке Зураба Эристави. Грузинский посол выразил пожелание своей страны расширить сотрудничество с Курдистаном особенно в области сельского хозяйства и энергетики. Он сообщил, что в ближайшее время Курдистан собираются посетить несколько грузинских делегации ,в том числе министр энергетики Грузии. Он отметил, что в Грузии на высоком уровне принято решение поднять отношения между Грузией и Курдистаном на самый высокий уровень. Фалах Мустафа в свою очередь заверил гостей, что курдская сторона готова к самому широкому сотрудничеству с Грузией и будет рада видеть грузинские фирмы в Курдистане.
Надо отметить, что послом Ирака в Грузии является курд Таиб Мухаммед Таиб, который много делает для развития отношении Грузии с Ираком и Курдистаном. В настоящее время в Курдистанском регионе работают более 2000 граждан Грузии. Большую активность в укреплении отношении между Грузией и Курдистаном проявляет курдская община Грузии. А недавно президент Компании «Казбеги» Гоги Топадзе назначен советником премьер-министра Курдистана.

Источник: http://kurdistan.ru/2011/05/18/news-10492_Gruziya_ukreplyaet_s.html

ГОЛЛАНДИЯ. 13. 02.2011. «ДОМ ЕЗИДОВ – РОНАИ». ВЕЧЕР, ПОСВЯЩЕННЫЙ 110 ЛЕТИЮ СО ДНЯ РОЖДЕНИЯ ИЗВЕСТНОГО КУРДСКОГО ПЕВЦА И МУЗЫКАНТА ШАРОЕ БРО ОРТЛИ (1900 – 1985). ВИДЕО.

Fêstîvala bîranîna 110 Şeroyê Biro (1900-1985) * * * *
13 sibatê, di Mala Êzdîyan ya bajarê Dên Haagê (Hollanda) êvarîya bîranîna (110 salya ji dayîk bûyîn û 25 salya wefeta) dengbêjê kurdî bi nav û deng rehmetîyê Şeroyê Biro hate derbaskirin Seroka malê Gayana Miraz Faroyanê êvarîya bîranînê vekir, emekê Şeroyê Biro di nav sitiranbêjîya kurdî de nirxand û mêvanê êvarîyêyî ji Rûssyayê, , dengbêjê dengxweş, birazîyê Şeroyê Biro Hemîdê Riza, vexwendî li ser dikê kir. Ewazê kilama HEKÎMO Bi dengê Hemîd î xweş salon bi carekê va tije şîrnaya ewazê kilama kurdî kir. Nivîskar Eskerê Boyîk hazirê êvarîyê jîyan û hunura dengbêjê mezin ra kire nas. „ Nivşê me li ber dengê dengbêj -sazbendên radîoya Kurdî ya Yêrêvanê mezin bûn,nivîskar dibêje, bi wan kilam û ewazan, wê mîzîka delal perwerde bûn. Me şirnaya kilam û ewazên kurdî ji dengê wan tem kir: Şamilê Beko, Şeroyê Biro, Egîtê Cîmo, Reşîtê Baso, Xelîlê Evdile, Egîtê Têcir, Memoyê Silo, Zadîna Şekir, Karapêtê Xaço… Nav pirrin, karin geleka bidine rêzê. Ji wan her yek bi xisûsya deng, ewaz û kilamên xwe ketine nava rohê me. Wan derê dengbêjîya kurdîye resen li ber me vekir û bûn nimûnê ji bo qîmetkirina deng û dengbêjên nû“. „Em nav û emekê dengbêjên xweye din kêm nakin, lê rastî ewe, ku di nava wê chana dengbêjîya delal de şahê dengbêjên radîoya Yêtêvanê, xweyê tacê zêrîn Şeroyê Biro ye – nivîskar dibêje. „Şeroyê Biro sala 1900 î li qeza Surnelîyê, maleke kurdên êzdî de hatîye dinyayê. Malbeta wan jî, bi hezara malbetên êzdîyên êla Hesinya re tevayî, sala 1918 an ji zulma hatina eskerên Roma reş, mecbûr dibin cî-waren xwe bihêlin, birevine Ermenistana îroyîn. Têne gundê Tilik. Biçûktîyê de li gundê rûsên Melekan de zimanê rûsî hîn dibe, wura ew mekteba dêra wan ya dusala xilaz dike. Lê xwestin, xewn û xiyalê wî dengbêjî bû, sazbendî. Êdî 15-16 salîya xwe da xwe temamî pêşkêsi karê mûzîka kurdî dike û hê xort li nav civakê da wek dengbêj-sazbendekî hizkirî tê naskirin“. „Teyê bigota temamya bedewî, rohê xezaya çîya-banîya, zozana, dengê cew û kanya, hewa hênik e mêrg-çîmanên Çîyayê Kurdistanê ketibûn nava ruhê wî û ew ruh, ew bedewî, ew şîrnayî tevî dengê kilam û miqamê wî dibûn diketin guhê mirovan“. „ Zûtirekî nav û dengê wî wek dengbêjekî hizkirî nava temamya kurdên Ermenistan û Gurcistanê bela dibe. Wê demê meydana dengbêjîyê hîmlî dewat bûn. Şede wan dema gilî dikin, ku dema dibihîstin ku dengbêj-sazbendê filan yan bêvan dewatê Şeroyê Biro ye, xelk usa diçûn dewatê ku salona da cî nedima“. „Nivîskar Casimê Celîl gilî dikir ku salên sîyî çûye nav kurdên nehya Telînê û koma kilam- reqasê amade kirye. Ew kom olîmpiyada rêspûblîka Ermenistanê de ser dikeve, paşê olîmpîyada bajarê Moskvayê de bi serketin kilam reqasê kurdî derdixe meydana welêtê sovêtê. Di nav wê komê da bûne sazbend û dengbêjên usaye bi nav û deng, çawa Şeroyê Biro, Şamilê Beko, nave defçîyê komê Memo bûye. Go, Memo xweyê hunureke defçîtîêye ecêb bû. Nivîskar gilî dikir, ku li olîmpîyadaê yê, di ware serketina komê da, emekê dengbêjê mezin pirr bûye“. „Sala 1941 ê ew malêva destguhestî bajarê Tilbîsê dibe.Fabrîkeke lêskerîyê de wek pale kar dike, pêra jî dewata da dengbêjî û sazbendîyê dike. Sala 1955 a, vekirina para axavtinê Kurdî di radîoya Yêrêvanê de rûpelekî geş jîyana dengbêjê mezin de vekir. Dengê Şeroyê Biroyî şîrin bi radîoya Yêrêvanê temamya Kurdistanê bela bû, kete her maleke Kurdistanê, dilê her evdekî kurd, bû dengê herî hizkirîyî nemir û nav-hurmeteke mezin dengbêj ra tîne“. Dengbêjê mezin him kilam çê dikir, him jî kilamê Evdalê Zeynikê, bilbilê dengbêjîya Serhedê bêqisûr distira. Pêra jî sazbendekî gelêrîyî bêqisûr bû“. „Nivîskar Ahmed Erez, di pirtûka xwe ya derheqa Evdalê Zeynikê de, dinivîse, ku gava wî ji nebyê Evdêl pirsîye, gelo kîjan dengbêjê kurd kilamê kalkê wî rind distirê, nebîyê Evdêl navê dengbêjê radîoya Yêrêvanê Şeroyê Biro daye“. Nivîskar Eskerê Boyîk dewya axavtina xwe da razîbûna xwe û hazira elamî rêvabirya Mala Êzdîyan ya bajarê Dên Haagê dike, ji bo organîzekirina wê êvarya xweş û bîranîna dengbêjê mezin. Dengbêjên bi nav û deng Hemîdê Riza, Silo û Mayîs Karoyana, Sos Koçaryan, Artûrê Aram, tev sazbendê gêncî pirşuret Reşoyê Dilovan, Vartan û Garîk bi sitiran û ewzên Şeroyê Biro êvarîya bîranînê xemilandin, dîlana kurmancî heta nîvê şevê wek keskesorê kişîya. Navbirîya mûzîkayê dê bîranîna xwe derheqa dengbêjê mezin da gilî kir hunermendê eyan Dilovan, pîrozbahyê ji nivîskar Wezîrê Eşo û Têmûrê Xelîl hatibûn stendin xwendin. Sponsorê fêstîvalê bû, binelîyê bajarê Yaroslavlê (Rûsîya), bîznesmên Hamoyê Tahar. Ew êvarî bû bîranîneke hêja ji bo 110 salîya dengbêjê gelêrîyî mezin.

 

Birê Kerem, bo 110 saliya dengbêj Şeroyê Biro, ez wera helbesta Fêrîkê Ûsiv “Dengê Şero” dişînim.

bi silav

Firîda Hecî

 

Fêrîkê Ûsiv

DENGÊ ŞERO

 

Dengê Şero perweze bû li van kona, şên û dûza,

Go: “Hekîmo,malhemekê, pêşkêşa te memikê qîza”.

 

Agir girte dilê xorta, van cahila, van tûnsiza,

Feqiyê Teyra tirbê rabû û Dîlbera xwe ramûsa…

 

Dengê Şero kire zingîn, çû gihîşte erşê ezmîn.

Ji hewas û hijmekariyê cî lerizîn pêvir û mêzîn,

 

Berfa heçê Elegezê- ku hê nedye bahar, havîn,

Te go, heliya û jorda hat, çem û cewa kire xulîn…

 

Pîrê diha li dev gorê, bi rû-hedem kalê zemîn,-

Dilê wan jî tev hevdu bû û evîntiya xwe bîr anîn…

 

Dengê Şero, te go, gihîşt heylo Sîpan û Cizîrê:

Rabûn hevra kirin sowbet Mem û Zînê ji kibîrê…

 

Te go, Xecê rabû û got: “Sîyabend, rabe, hatiye bahar…

Dengek pêra ji wêda tê, ez mam hewas û hijmekar.

 

Dibê: “Hekîm, hey hekîmo, dû-dermanê xwe tu hilde”…

Rabe Sîyabend, belkî hekîm bicebirîne birînê te…

 

Kubra Şero perweze bû li van kona, şên û dûza,

Bengî Fêrîk bû sewdeser, hilda hezar hub û mûsa,

 

Go: “Bistirê, Şero, bira, dilê min bû kûra êgir,

Ez têr nabim kilamê te, ku helandin berê kêvir…”

1958

 

Get the Flash Player to see the wordTube Media Player.

Get the Flash Player to see the wordTube Media Player.

Get the Flash Player to see the wordTube Media Player.

Get the Flash Player to see the wordTube Media Player.

Get the Flash Player to see the wordTube Media Player.

Get the Flash Player to see the wordTube Media Player.

НАШЕ СПРАВЕДЛИВОЕ ТРЕБОВАНИЕ БЫЛО ОТВЕРГНУТО!

ИЗ СТРАНИЦ ГАЗЕТЫ «РЙА ТАЗА»

НАШЕ  СПРАВЕДЛИВОЕ  ТРЕБОВАНИЕ БЫЛО  ОТВЕРГНУТО

 

 

Как известно, в Армении с 1929 до начала 1938 года мы использовали латиницу. На ней издавалась вся художественная и политическая литература, школьные учебники и газета «Рйа таза». По решению советского правительства латинский шрифт был запрещен, и вместо него стала использоваться кириллица. После распада СССР некоторые бывшие советские республики отказались от кириллицы и перешли на латиницу. Постольку поскольку большинство нашего народа использует латиницу, мы тоже решили перейти на данный алфавит. Как независимая газета, «Рйа таза» сделала это с 2000 года. Мы сочли необходимым, чтобы на латинице публиковались учебники курдского языка и наша литература. Поэтому 15 апреля 2004 года Совет курдской интеллигенции обратился к правительству Армении с письмом вот какого содержания:

 

«Премьер-министру Республики Армения

г-ну А. Маркаряну

 

Господин премьер-министр!

С учетом того, что большинство нашего многомиллионного народа за рубежом использует латиницу, и только в Армении используется кириллица, в связи с чем наша местная община оказывается в изоляции, с учетом желаний директоров школ в курдских (езидских) деревнях, учителей, преподающих родной язык, родителей учеников, а также желаний нашей интеллигенции мы ходатайствуем о том, чтобы правительство дало свое согласие на то, чтобы учебники по курдскому языку (курманджи) и литературе стали бы издаваться на основе латинской графики.

 

Председатель правления Совета курдской интеллигенции

А. Сардарян»

 

Прошло 2 месяца, но никакого ответа от правительства Армении не последовало. Мы были вынуждены послать еще одно письмо, датированное 18 июня 2004 года:

 

«Премьер-министру Республики Армения

г-ну А. Маркаряну

 

Господин премьер-министр!

15 апреля сего года Совет курдской интеллигенции обратился к Вам с письмом (№ 05), где ходатайствовал о разрешении использовать латинскую графику вместо прежней кириллицы при издании учебников по курдскому языку и привел ряд причин, обосновывающих нашу позицию.

Прошло немало времени, но до сих пор мы не получили никакого ответа.

 

Председатель правления Совета курдской интеллигенции

А. Сардарян»

 

Короче говоря, в ответе, датированном 20 июня 2004 года, но полученном нами лишь в конце августа, подписанном директором института народного образования (при министерстве образования и науки РА) В. Мартиросяном, наше справедливое требование было отвергнуто вот по каким причинам:

 

  • по этому вопросу между курдскими и езидскими жителями республики не был проведен опрос;
  • по этому вопросу представители курдов и езидов не пришли к единому мнению;
  • представители езидской общины категорически против смены букв;
  • представители езидской общины подготовили и представили министерству просвещения и науки собственную методологию учебников езидского языка, программу и методическую литературу для 1-10 классов, на основании чего в скором времени будут изданы эти книги и методическая литература на основе кириллицы;
  • возникает вопрос: соответствует ли латинская графика фонетике языка курдов Армении?
  • переход на латиницу приведет к тому, что та литература, которая в течение десятилетий публиковалась в Армении на кириллице, станет бесполезной и которую не смогут читать поколения.

 

Вот почему профессиональная комиссия министерства учла вышеперечисленные условия и отвергла наши требования.

Эти вышеперечисленные «причины» в основном отражают мнение председателя комиссии иранистики и тюркологии министерства образования и науки профессора Г. Асатряна.

 

ПО  МНЕНИЮ  СОВЕТА  КУРДСКОЙ  ИНТЕЛЛИГЕНЦИИ

 

Мы были убеждены, что данный вопрос не встретит никаких препятствий. Но мы не предполагали, что есть такие силы, которые не заинтересованы в создании связей между нашей здешней общиной с культурой нашего народа, проживающего за рубежом, ведь известно, что большинство зарубежных курдов используют латиницу. Некоторым очень невыгодно, чтобы мы стали хозяевами своей культуры, а выгодно то, чтобы в нашу здешнюю общину был внесен раскол. Известно также, что на курманджи говорят как курды-мусульмане, так и курды-езиды. Но в Армении был изобретен новый язык – «езидский». И это используется как основание для издания учебников «езидского» языка.

Неужели в тех бывших советских республиках, которые с кириллицы перешли на латиницу, среди жителей был проведен опрос? Или же – когда в Армении проводилась реформа правописания армянского языка, спрашивали ли мнение пастухов? А в тех бывших советских республиках, отказавшихся от кириллицы, разве пропала вся та литература, которая издавалась на основе этой графики в течение десятилетий? А как же в Турции, которая в 20-е годы ХХ века отказалась от арабской графики и перешла на латиницу, — неужели она потеряла свое многовековое письменное наследие?

Было проигнорировано и то обстоятельство, что еще 4 года назад более десятка директоров школ в курдских деревнях и учителя курдского языка (курманджи) от имени жителей обратились в министерство образования и науки РА с письмом, в котором выразили желание перейти на латиницу. По этому вопросу трижды было проведено совещание. На нем присутствовали также Г. Асатрян и В. Мартиросян. Большинство участников совещания выступили за этот переход. Профессор Гарник Асатрян также после тех совещаний письменно изложил свое мнение, согласно которому считает возможным переход на латинскую графику.

Утверждения, что «латиница не соответствует фонетике языка курдов Армении» — просто курам на смех! Это почему она соответствует языку миллионов курдов за рубежом, но не соответствует фонетике языка 40-50 тысяч курдов (езидов) Армении? Мы уже не говорим о том, что та кириллица, которая с 1946 года используется в Армении, была дополнена несколькими буквами, взятыми из латиницы (W, Q, H).

Короче говоря, неизвестно почему, но некоторые не хотят, чтобы мы перешли на латиницу, и при этом ссылаются на эти сомнительные причины. И это несмотря на тот факт, что начиная с 1929 до начала 1938 года в Армении на латинской графике печатались учебники курдского языка (курманджи), вся художественная, политическая литература и газета «Рйа таза». Некоторые просто не хотят учитывать эти исторические факты. Не хотят также учитывать и то, что группы интеллигенции курдов-езидов Грузии также выступали с аналогичными требованиями и обосновали необходимость перехода на латиницу.

Одним словом, это наше справедливое требование было отвергнуто, и это произошло не по объективным, а по субъективным причинам.

 

 

АМАРИКЕ  САРДАР,

редактор.

 

(«Рйа таза», № 9 (4811), сентябрь, 2004 г.)

 

 

Перевод с курдского

Нуре Сардарян.

 

 

 

Темуре Халил. «Из истории общественно-культурной жизни курдов в Грузии». Kurdên Ermenistanê yên Gurcistanê li ber çavan winda kirin.

Источник: http://nefel.com/kolumnists/kolumnist_detail.asp?PictureNr=6262&RubricNr=24&MemberNr=30&ArticleNr=5683

SWÊD, 1/4 2011 — Dema ko behsa kurdên Sovyeta berê têt kirin pirtir kurdên Ermenistanê têt bîra kurdên cihanê. Ev yek têt fêm kirin: ji ber ko radyoya kurdî ya di cihanê da bi nav û deng, rojnameya kurdî ya here jîyandirêj “Rya teze”, piranîya ronakbîrên kurd yên Sovyeta berê li Ermenistanê bûn.

Lê kêm kes zanin, ko di karê pêşxistina çand û edebîyeta kurdî da keda kurdên Gurcistanê jî pir e. Hela di ser da jî, bi jimara kurdên di cihanê da navdar va ew ji kurdên Ermenistanê jî derbaz bûne. Zelîmxan Mûsoêv eva 12 salan zêdetir e, ko parlamêntarê Parlamêntoya Rûsîyayê ye. Akadêmîk, profêsorê kurd yê mezin Îvanê Omer Farîzov, ko xwedîyê ferhenga Rûsî-kurdî ya sala 1957an ronahîdîtî ye, salên dirêj li vir maye, pişt ra jî bi dehan salan bûye serwerê beşa pêwendîyên aborî li Înstîtûta welatên Asîyayê Afrîkayê ya Ûnîvêrsîtêta Moskvayê ya dewletê.

Zanyara navdar profêsor Zera Elî Yusupova eva gelek sal in serokatî li koma kurdzanîyê ya Înstîtûta Rohilatzanîyê ya Akadêmîya Rûsîyayê ya Zanyarî, beşa Sankt-Pêtêrbûrgê dike û karê Qanatê Kurdoyê mezin bi serketî berdewam dike. Di hêla zanyarîyê da zanyarên genc akadêmîk Samvêl Koçoyî û doktor Nodarê Masekî karên wan bi serfinyazî pêşda dibin.

Nazî Şîraya artîsta sîrka Moskvayê li vir ji diya xwe bûye. Dema sîrka Moskvayê diçû welatan, ser afîşa sîrkê her tenê wêneyê wê artîsta kurd ya bi nav û deng bû, ko herdem bi cilên kurdî derdikete ber temaşevanan. Dû ra peyhatîyên wê peyda bûn, ko bûn artîstên bi nav û deng – Sertîv Mûradov (Mînêralov), Ezîzê Bişar Eskeryan, ko îro artîstê Rûsîyayê yê Gelêrî ye.

Zîna Edo Taloeva dengbêja koma sitiranê ya bi nav û deng “Rêro” bû. Kompozîtorê kurd – bingehdarê sitiranên kurdî yên êstradayê Keremê Gerdenzerî karê xwe li vê komarê destpê kirîye. Du bira Tarîêl û Rêzo Broev li Moskvayê Navbenda Çanda Kurdan ava kirin û salên dirêj karê xwe bi serketî rêva birin, bi destî rojnameya xwe ya bi navê “Golos kûrda” (“Dengê kurd”), ko bi zimanê rûsî li Moskvayê mehê carekê çap dibû, miletê me bi miletên Sovyeta berê û Rûsîyayê dane naskirin. Ez serbilind im, ko 6 salan cîgirê berpirsyarê wê rojnameyê bûme.

Serdestîyeke kurdên Gurcistanê himberî kurdên Ermenistanê heye: rast e, heta salên 80î li Ermenistanê 56 hezar kurd hebûn, lê li Gurcistanê weke 35 hezar, lê piranîya kurdên Gurcistanê li paytext diman û jimara wan dikir weke 30 hezar, lê li paytextê Ermenistanê – Rewanê, her tenê 8 hezar kurd diman.

Femdarî ye, ko dema ewqas kurd ser hev (kompakt) dimînin, zêde hev dibînin, firsenda, ko jimara wan li ûnîvêrsîtêtan pirtir be, zêde ye, dikaribûn pirtir caran danûstendinan û pêwendîyan saz bikin. Ez bi xwe gelek caran bûme şahidê welatparêzî û kurdbûna wan ya ji dil. Carna ji Tbîlîsîyê ji min ra têlêfon dikirin, digotin: filan rojê helbestvan û nivîskarên me Baxçoyê Îsko, Şikoyê Hesen, Ezîzê Îsko, Taharê Biro, Cerdoyê Esed, Morovê Qubê, Koloz Şeroev, Celîlê Şekir û yên din wê helbestên xwe bixûnin.

Carna jî digotin: filan rojê pêşengeha berhemên 6 wênekêşên kurd e, ko hemû jî endamên Yekîtîya Wênekêşên Gurcistanê ne û wênekêşên profêsyonal in: Andoyê Çildergûşî, Antonê Otar Mîrzoev, Besa Peyale, Têmûrê Sehîd, Lyovayê Cindî, Mîranê Okê. Filan rojê têatroya kurdî bi serokatîya Mirazê Ûzo û Şalîkoyê Bêkes şanoyeke kurdî ya nû nîşan dide. Filan rojê şahîya zanyarên kurd Kerem Emoêv, Lyûsya Memê Aloeva, Lamara Farê Paşayeva ye, ko di hêla kurdzanîyê da bûne doktor, Îşxanê Celîl Mûradov bûye Mamostayê Komarê yê emekdar. (K. Emoev û L. Paşayeva gelek berhemên bi ulmê kurdzanîyê va girêdayî bi zimanên rûsî û gurcikî çap kirine).

Hinek caran jî digotin, ko Komeleya xwendkarên kurd yên Gurcistanê bi serokatîya Yûrayê Şamil Nebîev şeveke bîranîna xunedar û mezinên kurdan bi bîr tîne. Yek ji wan şahîyan roja bîranîna Kamil begê Bedirxan bû, ko gelek salan li vir maye, kedeke mezin kirîye nava pêşketina çanda kurdên Gurcistanê da û li Tbîlîsîyê, di nav mezelên êzdîyan da hatîye çalkirin. Pir caran jî digotin şahîya kurê filankesê ye. Zirneçîyê şahîyê Xemoyê Hesen e. Dengbêj Şeroyê Biro jî wê li wir be û sitirana bêje. Û em diçûn. Li her deran kurdeyatî, welatparêzî dibarî. Ev hemû alî tevaya kurdên vê komarê dikir, ko bi kurdbûna xwe serbilind bin û her di riya kurdîtîyê da bimeşin.

Lê wek ko gelek cîyan diqewime, rêberekî van karan heye, ko wek dibêjin, serê govendê dikişîne. Rêberê hema bêje van hemû karan welatparêz û zaneyê mezin Keremê Anqosî bû.

Ewî her tiştê xwe dabû bona miletê wî gulvede, deng bide û pêş bikeve. Ew bû înîsîatorê vekirina radyoya kurdî li Tbîlîsîyê û ji sala 1978an heta niha jî serokatî li wê dike, berpirsyarê wê yê sereke ye. Keremê Anqosî salên dirêj di serokatîya wê komarê da kar kirîye, ango, wekîlê gelê kurd yê Gurcistanê bû li komarê. Gelek salan li Înstîtûta Rohilatzanîyê ya Akadêmîya Zanyarî ya Gurcistanê karmendê zanyarî bûye. Sala 1979an gazî wî dikin bona li Komîtêya Navbendî ya Partîa Komûnîstîyê ya Gurcistanê da derbazî ser kar bibe û ew heta sala 1991ê li wir dixebite.

Bi xebata zanyarî û partîyê ra tevayî ewî karê civakê jî bi serketî dikir bona bilindkirina dereca binecîyên kurd yên ronahîdarîyê-perwerdeyê, amadekirina kadroyên ronakbîr di nav gelê xwe da, bona hînbûna ziman, dîrok û edebîyeta kurdî, parastina erf-edetên milet, naskirina mafên gelê xwe yên sîyasî û sosîalî.

Keremê Anqosî hela dema xwendkar bû, Şêwra alîyê xebata bi gencên kurd ra saz kir û heta sala 1975an serokatî lê kir. Bi serokatîya wî komên kurdî yên folklorê hatine sazkirinê, Şêwra mamostayên kurd, Şêwra parlamêntarên kurd yên Tbîlîsîyê, Komeleya wênekêşên kurd, Ûnîvêrsîtêta Gelêrî bona binecîyên kurd li rex Hevaltîya “Zanyarî“, gelek konsêrt û êvarîyên şahîyê, sêmînarên derheqa dîrok, çand, ziman, edebîyet û dînê kurdan, rasthatinên bi karmendên ulmî û hunermendîyê yên bi nav û deng, bi kurdên ji welatên dereke, cejinên ruhanîyê yên kurdan dihatine derbazkirin.

Komên kilam û reqasê, ko ew serokatî lê dikir, gelek caran li bajar û komarên Sovyeta berê û welatên dereke konsêrt dane. Ewî alî pêşketina têatroya kurdî ya li Tbîlîsîyê kirîye. Ewî herwiha bi zimanên cuda-cuda gelek gotarên zanyarî û pirtûkên cuda çap kirine derheqa ziman, edebîyet, dîrok, êtnografîya, folklor, dînê êzdîyan da, ewî elfebaya pêşin ya du zimanî ya kurdî-gurcikî saz kir, çend pirtûkên derheqa dua û dirozgeyên êzdîyan da dane çapkirinê, rêdaktorî li çend pirtûkên bi zimanê kurdî kirîye.

Helbest û serpêhatîyên wî bi zimanên kurdî û gurcikî hatine weşandinê, ewî xeber û sazbendîya çend sitiranên kurdî yên bi nav û deng nivîsîne, wek sitiranên ”Lêxin, birano”, ”Emê vegerine Kurdistanê”, “Hola Êzîdê Sor e“, “Ax, kuştim Şirînê“, ko li ser bingehê gotinên Cegerxwîn hatîye sêwirandin. Keremê Anqosî sala 1999an bi kîsî xwe li Tbîlîsîyê dest bi weşana rojnameya “Gêlavêj“ kir, ko rojnameya kurdî ya pêşin bû li wê komarê û bi xwe jî berpirsyarî lê dikir.

Ew herwiha tevî çend kongre û konfêransên navnetewî yên zanyarî bûye, ko derheqa problêmên rohilatzanîyê, kurdzanîyê û dînê êzdîyan da bûne. Sala 1992an bingehê rêxistina bi navê “Civaka hemwelatîyên kurd yên Gurcistanê“ danî. Sala 1995an 5 rêxistinên kurdan yên civakî ketine nava wê rêxistinê. Paşê, sala 1998an bi înîsîatîva wî ew hate binavkirinê wek “Yekîtîya êzdîyên Gurcistanê“. Demekê ewî serokatî li wê rêxistinê kir, lê paşê yek ji wan kesan bû, ko bû bingehdarê rêxistina “Fonda navnetewî ya parastina maf û mîrata dînî ya gelê kurd“, “Navbenda dînê Êzdîyan“, “Yekîtîya ronakbîrên kurdên Gurcistanê“, “Fonda sêksyona kurdî ya UNESCOyê li Gurcistanê“ saz kir. Îro jî, ko emirê wî zêdeyî 70 salan e, dersên zimanê kurdî dide zarokan, berpirsyarîya malpera www.kurd.ge dike.

Îro beşek ji kurdên Gurcistanê karên xwe yên kurdeyatîyê li Rûsîyayê dimeşînin. Yûrayê Şamil şêwirmendê nûnertîya hukumeta herêma Kurdistanê ye li Rûsîyayê, rêvebirê malpera www.kurdistan.ru ye, Yûrayê Dasinî ulmdar û nivîskar e, Rizganê Gerdenzerî rêvebirê malpera www.ezdixane.ru ye, Nadya Miraz Koçoyî sereka Fonda pêşvabirina kûltûra kurdan saz kirîye û bi serketîbi rêva dibe. Ew herwiha rêvebira malpera www.kurdish.ru ye. Di wê fondê da heftê carekê dersên kurdî jî têne derbazkirin.

Jenya Zurbaeva û Aza Celo Evdalî aktîvîstên gelek şahîyên kurdan û rojên bîranînê bûne û kedeke mezin kirine nava hişyarbûna gelê kurd li Gurcistanê. Salên dirêj xûşk û bira Natêlla û Vladîmîr Ecemov reqasvanên balêtê yên têatroya Lênîngradê (niha – Sankt-Pêtêrbûrg) ya ser navê Kîrov bûne. Gûram Acoev fûtbolîstekî Sovyeta berê yê navdar bû. Du xebatkarên radyoya kurdî ya “Dengê Rûsîyayê” Karîna Fetî Sihanî û Leyla Êdûard jî kurdên Gurcistanê ne.

Hêja ye, ko kar û barên van camêr û canikên welatparêz bi destê rojnameyan, kovaran, malperan, têlêvîzyonên kurdî bigihîje tevaya gelê me. Wê demê wê welatparêzîya hemû kurdên cihanê xurttir be û hemû kurd wê xwe serbilind bibînin.

Василий Бетаки О Советских Курдских Поэтах 70-Х…

Интервью с Василием Павлович Бетаки, поэтом, переводчиком, радиожурналистом и историком архитектуры

Наша Справка: Василий Бетаки родился 29 сентября 1930 в Ростове на Дону. Жил в Ленинграде. Учился на Восточном факультете ЛГУ (иранистика). В 1960 г. окончил заочно Литературный Институт (Москва).Ученик Павла Антокольского и Татьяны Гнедич.

Работал с 1950 г. учителем, режиссёром самодеятельных театров, инструктором верховой езды, главным методистом Павловского Дворца-музея. Публиковаться начал в 1956 году. В 1963 году перешел на профессиональную литературную работу. Первая книга стихов вышла в 1965 г. в Ленинграде. С 1965 по 1972 был членом Союза писателей. Переводил поэзию с английского и немецкого, писал литературные передачи для радио, руководил литобъединением Невского района в Ленинграде. В 1971 г. он стал победителем конкурса перевода трех «главных» стихотворений Эдгара По («Ворон», «Колокола», «Улалюм»), которые были опубликованы в двухтомнике Э. По (1972 г., изд. «Художественная литература»). Это было последней публикацией В. Бетаки перед эмиграцией. С 1973 года живет в Париже. Все публикации в СССР были запрещены. Двадцать лет проработал на радио «Свобода» и восемнадцать (в то же время) в журнале «Континент». Один из организаторов подпольной переправки в СССР запрещённых там русских книг и журналов, издававшихся на Западе. За время жизни в Париже у него вышло одиннадцать книг стихов, книга статей о современных русских поэтах и восемь книг переводов. С 1989 года Василий Бетаки снова публикуется в России.

 

Л.М: Уважаемый Василий Павлович! Благодаря вашим переводам русскоязычный читатель знаком с трудами замечательных курдских поэтов Шко-е Гасан, Микаэл-е Рашид и Ага Лачынлы. И огромне спасибо Вам за те добрые слова и воспоминаний о нас курдах — они нам крайне ценны и дороги. Каким образом судьба Вас свела с курдскими прозаиками?

 

В.Б: Во первых, я очень рад что, ваши публикации стали появляться в сети! Живя в Париже почти 40 лет, я не знал о смерти моего близкого друга Шко-е Гасана…. А жив ли другой мой друг, Микаэл-е Рашид?

 

Л.М.: К сожалению, Микаэле Рашида больше нет с нами с 1985 г.

В.Б. Стихи Шко  в моих переводах существуют и я их иногда в сети публикую.  Там же есть и мои мемуары названные «Снова Казанова», где есть отрывки и про Шко и про Мишу, моего однокурсника по Литинституту и про бакинского поэта Ага Лачанлы.

А всё началось с того, что я учился на отделении фарси на восточном факультете Ленинградского Университета (в 1948-49 годах). Потом меня отчислили за провал зачётов по арабскому языку. Всё это есть у меня в мемуарах. Я хорошо знал директора Эрмитажа академик И.А. Орбели и он познакомил меня с Сэдой Маргаритой Руденко (она из рода Пирадовых). Она специалист по курдской литературе и языку. Она меня свела с Шеко, который тогда искал себе переводчика. Будучи аспирантом-лингвистом Института востоковедения в Питере, он пришел как-то году в 65 в Дом писателей искать себе переводчика на русский. Кто-то вспомнил, что я некогда учился на персидском отделении Востфака,  и таким образом мы с ним познакомились. Остатки моего основательно уже забытого фарси и его прекрасное знание русского помогли нам переводить его стихи. Мы переводили вдвоём, но редакция «Дня поэзии», как, впрочем, и редакции нескольких журналов, печатавших его стихи, категорически отказывались подписывать переводы двумя именами. В сознании советского редактора, чаще всего робота, хотя и довольно грамотного, такое не укладывалось. «Не принято». Вот сакраментальная фраза! Так что публиковались стихи Шко-е Гасана с указанием меня одного, как переводчика. Иначе – «не принято».

Таким образом, я его с его помощью переводил и немного удалось и опубликовать ещё тогда, в шестидесятых годах.

В те же годы М. Руденко по идее Иосифа Абгаровича предложила мне перевести отрывки из поэмы Ахмад-е Хани «Мам и Зин». Но эти отрывки (около 300 строчек) у меня есть только на бумаге, и осенью я их найду отсканирую и могу Вам переслать., а также и несколько стихотворений Микаэл-е Рашида и Шко-е Гасана. Но всё это на бумаге, надо найти и отсканировать, А я через две недели уезжаю из Парижа до самого начала сентября. Вот тогда всё пришлю Вам.

 

Л.М.: До встречи с ними о курдах у Вас были какие-то сведения о них?

 

В.Б. Ну а то, что я знал о курдах до знакомства с Иосифом Абгаровичем Орбели сводится к тому, что  по истории иранистики и лингвистики услышал в Университете  в лекциях академика Фреймана.

Л.М.: Какие национальные черты характера и особенности у курдов Вы для себя заметили?

В.Б. А вот ответить на вопрос о национальных особенностях я просто не умею. Я очень люблю культуры тех народов, которые более или мене знаю, и просто само уважение к ним не зовёт меня к раздумьям и различению тех или иных национальных чёрточек, характера, тем более. что я настоящий космополит и по убеждениям и по рождению: я сам потомок шести народов: греков, русских, эфиопов. Поляков, евреев и татар…. Мои предки с отцовской стороны ( русско-греко-татарские) все  офицеры и все служили на Кавказе.

 

Л.М.: В целом как можно охарактеризовать состояние советской курдской поэзии того периода?

 

В.Б. Состояние же курдской поэзии в СССР в 60-х годов вот какое: в Тбилиси был замечательный поэт и мой близкий Друг Шко-е Гасан, а в Ереване — мой однокурсник по Литинституту и тоже мой друг Миша (Макаел-е Рашид). Все же остальные пять человек с которыми я в Тбилиси через Шко познакомился просто сочиняли русские корявые подстрочники — это были очередные «джамбулы» только на курманджи яко бы.  Но из разговоров их с Мишей и с Шко я понял это (а они не знали что я понимаю хотя и не всё на курманджи) что они только благодаря принадлежности к партии назывались поэтами. Понятно, что их я не стал переводить…

 

Л.М.: «Джамбулы»?

В.Б. В те годы, посетив и Тбилиси, и Ереван, и Апаранский район Армении, где жили курды, я понял, что у курдов СССР  было только два поэта: Шко-е Гасан и Микаэл-е Рашид, мой однокурсник по литературному институту, и автор нескольких статей на курдскую тему в Литературной энциклопедии. Шко-е Гасан, курдский поэт, живший в Тбилиси, выпустил в Ереване, где выходила газета на курдском языке и иногда курдские книги, две книжки стихов. Кроме этих талантливых поэтов,  было среди курдов Еревана и Тбилиси штук пять «джамбулов», то есть людей, сочинявших на безграмотном русском подстрочники, но имевших в тех или иных партийных местах волосатую лапу, благодаря которой их переводили и печатали всякие подстрочникоеды-джамбулотворцы. Таким вот джамбулотворчеством часто занимался, например, С. Липкин. Эти его сочинения, да ещё переведённые им же эпосы чуть ли не всех азиатских республик заполняли полки магазинов и библиотек, блестя позолотой девственных, никогда никем не открывавшихся переплётов.

Так что вполне справедливо, что именно Липкину было посвящено одно рубайи Шко-е Гасана из сатирического цикла «Современный рубайат»:

 

Семёну Липкину.

 

Дорогой мой, саз не палка для любого пастуха,

Лира не седло вьючное для любого ишака:

Если дёрнет посильнее торопливая рука –

Квакнет лира как лягушка, как скрипучая доска.

 

(перевод мой)

 

 

 

Л.М.: В происшествии лет, как Вам ведется те годы дружбы с курдскими прозаиками?

В.Б. А мои друзья курдские поэты, — и Шко, и Миша, и Ага Лачанлы в Баку — это моя молодость.  Поэт Ага Лачынлы — он природный курд, пишущий на двух языках — азербайджанском и  курдском, всегда шутил, что «один только Саят Нова на трех языках писал, ну а я скромнее».

Стихи Шко  немного удалось и опубликовать ещё  в семидесятых годах, а именно в главном из русских эмигрантских журналов «Континент», где я тогда работал  (смотрите в ГУГЛ на Шко-е Гасан, там может быть есть несколько стихотворений. Если нет, то неважно. Я всё пришлю!

 

Я всегда с ностальгией  вспоминаю нашу дружбу с Шко:

 

Осторожно Шеко постучит, извинится, что поздно…

Он – реальный. Он снимет пальто, не заметив других.

Сядем чай пить на кухне. За окнами будет морозно.

И Шеко напоёт мне персидский отточенный стих.

А потом зашагает домой, невысокий и ловкий,

Мимо озера, мимо забора, теряясь впотьмах…

 

Париж 4 мая 2011 года.

 

 

 

P.S. На нашем сайте можно познакомиться про упомянутых курдских поэтах:

 

Шко-е Гасан.

http://www.kurdist.ru/index.php?option=com_content&task=view&id=375

К 70-летию курдского поэта Ага Лачынлы

http://www.kurdist.ru/index.php?option=com_content&task=view&id=376

 

 

Лятиф Маммад, www.kurdist.ru

 

Сайт не корректно отображается в некоторых версиях браузера (обозревателя) Internet Explorer.
Для просмотра сайта рекомендуем использовать другой браузер, например Google Chrome или Mozilla Firefox.
Kurd TopList - kurdish music,kurdish muzik,kurtce muzik,kurd chat,kurdish music,kurdish video,kurdish chat,kurdish news,kurdish mp3,kurdish video music,downloads music sites kurdistan kurdish musik Best Kurdish sites Music,MP3,Video,Chat