
Для увеличения нажмите на фото.
25 Îlon 2010 şemî Saat 21:35
Avestakurd — Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî diyar kir ku Êzîdî kurdên resen in û tu car destberdarê kurdbûna xwe nabin.
Li gorî malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, îro Mesûd Barzanî li Selahedînê pêşwaziya Mîrê Êzîdiyan Mîr Tehsîn Beg û civata ruhanî ya wan kir û di axaftinekê de wiha got, “Di dîrokê de 2 car zilm li kurdên Êzîdî hatiye kirin, hem li rûy olî û hem li rûy neteweyî ve”.
Di hevdîtinekê de Mîr Tehsîn Be ew nûçe ret kirin ku dixwezin kurdên êzîdî ji neteweya xwe cuda bikin û wiha tekez kir, “Êzîdî kurdên resen in û ola wan êzîzî ye û bi tu awayekê destberdarê serkirdayetiya xwe nabin, her çawan berê di gel neteweya xwe bûne, dê di dema serjimêriya giştî ya Iraqê jî bi wan re bin”.

Masûd Barzanî jî wiha daxuyand, “Di dîrokê de 2 car zilm li kurdên Êzîdî hatiye kirin, yek li rûy olî û ya duyê li rûy netewî, lewma pêwîst e ji ber her du sedeman piştevaniya wan bê kirin, yek ji ber ew zilma dîrokê ku li wan bûye û ya duyê bi sedema ku zaf edetên kurdewarî li cem wan hatine parastin”.
Barzanî ji amadebûyên hevdîtinê pirsyar kir ku ger êzîdî kurd nebin çima xwe û devera wan rsatî terîb û koçkirinê bû?
Ev hevdîtine piştî wê hat ku di heyama derbasbûyî de nûçeyek belav bû ku dê Êzîdî di dema serjimêriya Iraqê de xwe bi neteweyek ji bilî neteweya kurd bidin nasandin.
Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku di her rewşekê de û li her cihekê her çawan piştevaniya mafê Tirkman, Kildan û Aşûriyan kiriye bi heman awa berevanî li mafê Êzîdiyan kiriye û wiha destnîşan kir, “Ev mafên ku di destûrê de hatine, divê bêne parastin” û berfirehkirina pêwendiyên navbera pêkhatên olî û neteweyî li ser bingeha wekheviyê xwest.
Biryar e 24’ê mijdarê serjimêriya giştî ya Iraqî bête meşandin, her çend daxwazî bo paşxistina wê di rojevê de ne. şm AKnews
http://avestakurd.net/news_print.php?id=10496
http://www.aknews.com/ki/aknews/4/183818/